Li Mêrsînê malbatek ji dermanê mişka bijehrê ketin: 2 zarok canê xwe ji dest dan

Li navçeya Tersûsa Mêrsînê 2 zarokên ku tê texmînkirin ji dermanê mişkan bijehrê ketine canê xwe ji dest dan.

Bûyer, li Taxa Yeşîlevlera Tersûsê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ferdên malbatekî biyanî, ji ber gilîyên vereşan, dilgerandin û emelê serlêdana Nexweşxaneya Dewleta Tersûsê kirin.

Hat îfadekirin ku Rana Elyusufa 2 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û Omer Elyusuf jî li nexweşxaneya ku hatibû sewqkirin canê xwe ji dest da.

Ferdên dinê yên malbatê jî piştî tedawîyên wan hatin tebûrcîkirin û di mala wan de lêkolîn hat kirin. Hat hînbûn ku hêj 4 zarokên dinê li nexweşxaneyê di nav tedawîyê de ne.

Di encama lêkolînên ku ekîban kirin de hat destnîşankirin ku di nav malê de nîşanên dermanê mişkan derketîye û malbat jî ji ber bûharbûna wê dermanê tesîrdar bûne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin