Li Mêrsînê serwîsa karkeran qelibî: 5 mirî 14 birîndar

Li Mêrsînê serwîsa ku karker di nav de bûn qulibî, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 5 kesan canê xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Erdemlîya Mêrsînê mînîbûsa ku karker di nav de bûn gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin mînîbûsa bi plaqeya 33 VLP 55 ku nasnameya şofêrê wî nehat hînbûn, li Taxa Aydinlari gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên îtfaîye, cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab