Li Midyada Mêrdînê otomobîlekê li keriyê pez da: 2 kes birîndar bûn, 40 mîh telef bûn

Li navçeya Midyada Mêrdînê, di encama lihevketina otomobîlekê û keriyekî pez de, 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn û 40 mîh telef bûn.

Qeza, şeva borî di saetên dereng de, li gundê Akçakayayê yê ser bi navçeyê ve pêk hat.

Otomobîla bi plakaya 01 AGF 498 a ku şofêrê wê nehat hînbûn, li keriyê pez ê ku derketibû ser rê xist. Di qezaya ku tê de 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn, 40 mîh telef bûn û 15 mîh jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme sewqî herêmê hatin kirin. Piştî mudaxeleya ewil a tîmên tenduristiyê, birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Hat hînbûn ku birîndarên hatine dermankirin metirsiya wan a canî nîn e.

Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno