Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Midyada Mêrdînê, di qezaya ku ji ber ketina qabîna kamyoneke di dema çûnê de pêk hat, şofêr jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li Taxa Ortaçarşiyê ya navenda navçeyê qewimî. Kamyona bi plakaya 47 LB 716, dema ku di rê de diçû, ji ber sedemekê ku hîn ne diyar e kûpaya (kabîn) wê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs sewqî herêmê hatin kirin. Bi xebata tîmên îtfaiyeyê M. K. yê ku di kabînê de asê mabû hat derxistin û radestî tîmên tenduristiyê hat kirin.

Şofêrê birîndar ê ku mudaxeleya wî ya pêşîn li cihê bûyerê hat kirin, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Tevî hemû mudaxeleya li vir, şofêrê birîndar jiyana xwe ji dest da.

Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno