Hat ragihandin dosyaya 36 kesên ku piştî êrîşa li dêrê hat kirin re hatin girtin û derheqê wan de qerara îdamê hat dayîn bo îstîşare bê kirin hat şandin ji miftî re.
Li gor îddîayên mehkemê kesên bersûc bi êrşbirina li ser sê dêran û kuştina 70 kesan tên sûcdarkirin.
Hinek bersûc bi êrîşbirina li ser xala polêsan a li Çola Rojava ya Misirê û kuştina 8 polêsan jî tên sûcdarkirin.
Bo derbarê temamê bersûcan de qerar bê dayîn mehkeme taloqî 15ê Gulanê hat kirin.
Li gor çavdêrên mafên însanan, kesên rayedar ji ber ku failên hinek êrîşan nikarin zeft bikin kesên masûm sûcdar dikin.
ÎLKHA