Li Misirê berîya hilbijartina serokomartîyê operasyon

Artêşa Misirê berîya hilbijartina serokomartîyê li Nîv Girava Sînayê û li Deşta Nîlê operasyoneke berfireh kir.

Hat ragihandin li Misirê berîua hilbijartinên serokomartîyê ya ku dê di 26-28ê  Adarê bê kirin ji teref artêşa Misirê ve li Nîv Girava Sînayê û li Deşta Nîlê operasyoneke berfireh hat kirin.

Derbarê operasyonê de berdevkê artêşa Misirê daxuyanîyeke da. Di daxuyanîya ku di televîzyonê de da weşandin de hat destnîşankirin armanca operasyona ku bi navê “2018 Operasyona Sînayê” tê binavkirin li herêmê tesîskirina ewlehîyê “paqijkirina kozikên terorê” ye.

Di bergeha operasyonê de bo leşker û polêsan asta îqazê hat derxistin “asta herî jorê.” Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên artêşê hatine wergirtin  ev demeke dirêj plan bo operasyonê dihat kirin û bi hezarana leşker beşdarî operasyonê dibin ku berî niha operasyoneke bi vî awayî li Misirê nehatiye kirin.

Ji roja ku darbe li Serokomar Muhammed Mursî hatiye kirin vir ve li Nîvgirava Sînayê li dijî polês û leşkeran gelek zêde xwepêşan hatin kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin