Li Misirê mînîbûs ket nav çem: 10 mirî

Li bajara Gîzaya Misirê mînîbûseke ku di nav ferîbotê de bû, ji ber ku şofêrê wî frêna wî ya desta kaş nekiribû ket nav Çemê Nîlê.

Bûyer, li bajara Gîzaya nêzê Qahîreyê pêk hat.

Li gorî çapemenîya welat, şofêrê mînîbûsê, di nav ferîbotê de bi kesekî re ket nav nîqaşê û di encama nîqaşê de şofêr frêna destan kaş nekir û ji mînîbûsê peya bû.

Hat îfadekirin mînîbûsa ku di nav de karkerên pîrek jî hebûn 23 kes ketin nav Çemê Nîlê.

Hat ragihandin piştî bûyerê mirovên di nav ferîbotê de ketin nav çem û mirovên di nav mînîbûsê de bûn xelas kirin.

Ji herêmê re ekîbên tenduristî û lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin, di encama xebatê de 13 kes hatin xelaskirin lê 10 kes jî canê xwe ji dest dabûn.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno