Li Mizgefta Qurşunlu ya Diyarbekirê di nimêja înê de şewat derket

Li navçeya Sûra Diyarbekirê li Mizgefta Qurşunluyê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Li Mizgefta Qurşunlu ya dîrokî ya li ser Kolana Îç Kurşunlu ya Taxa Fatîhpaşa ya girêdayî Sûrê şewat derket. Piştî ku kesên ku dema nimêja înê dihat kirin û cemaet di mizgeftê de bû şewat derket, îtfaiye sewqî cihê bûyerê hat kirin.

Di dema ku agirkujan agir kontrol kirin, ti ziyanên canî û birîndarî çênebûn.

Li mizgefta ku zirara madî lê çêbû, xebatên paqijkirinê hatin destpêkirin.

Heman mizgeft di salên 2015-2016’an de di bûyerên ç’alan de bû hedef û zirareke mezin dît. Mizgefta Qurşunluyê ya ku hat restorekirin ji bo îbadetê dîsa hat vekirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno