Li Moxolistanê ji ber hewaya sar a dijwar 2 milyon û 100 hezar heywan mirin

Li Moxolistanê, ji ber barîna berfê û hewaya sar di vê zivistanê de 2 milyon û 100 hezar heywan ji ber birçîbûnî û qeşayê mirine.

Li welat ku ji meha Kanûnê heta Adarê şert û mercên xerab yê hewayê tê dîtin, li hinek herêman germahîya hewayê heta 50 dereceya binê sifêrê dikeve.

Tê destnîşankirin ku vê salê zivistan gelek dijwar derbasbûye, bal hat kişandin ku vê salê qeşa jî gelek zêde bûye.

Li gorî daneyên fermî, li Moxolistanê di sala 2023yan de mêşin, bizin, hesp û çêlek jî di nav de 64,7 milyon heywan heye.

Li welat, di deh sala dawîn de, 4,4 milyon heywan ji ber Dzudê mirine, bi tevî zivistana sala 2022-23yan ev bû şeş caran e hewa ewakî ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê