Li Mozambîkê di 6 salan de 11 hezar fîl hatin kuştin

Hat ragihandin li Mozambîkê ji sedî 90ê fîlan ji teref nêçîrvanên qeçax ve hatine kuştin.

Komaleya parastina jiyana sirûştî ya bi navê Fauna & Flora International (FFI) destnîşan kir ji sala 2011an vir ve li Mozambîkê ji sedî 90ê fîlan ji teref nêçîrvanên qeçax ve hatine kuştin.

Li gor xebera rojnameya The Tîmesa ku li Ingîltîrê weşanê dike di vê pêvajoyê de fîlên ku hejmara wan 12 hezar bûn bi kuştinan dakete hezar hebî û ger tedbîrên pêwîst neyên standn ew ê yên ku mane jî tev bên kuştin.

Li gor daneyên FFIyê di 10 salên dawî de li tevahîya Afrîkayê tev de 144 hezar fîl hatine kuştin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e