Li Mûşê bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” hat temamkirin

Li Mûşê, bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember ve hatibû destpêkirin hat temamkirin.

Dawîkirina bernameyên ku di mehên havînê de ji bi sedan zarokan re perwerdehîyên dînî û exlaqî hatin dayîn, bi bernameyeke bi coş û beş ve hat kirin.

Xwendekarên ku perwerdehîyê dîtin di bernameyê de nimêja şikirê kirin, û ji bo mezlûmên Xezzeyê jî duayan kirin.

Di bernameya perwerdehîyê de ji zarokan hem qala ehemmîyeta nimêjê hat kirin, hem jî qala sîyer, edalet û aktîvîteyên civakî hatin kirin.

Berdevkê Komeleya Evîndarên Pêxember Muaz Tanrikulu, destnîşan kir ku ev bû du meh e ji zarokên qîzîn û lawîn re di avahîyên cuda de ders hatine dayîn, “Me di vê pêvajoyê de nêzê 200 zarokên xwe re perwerdehîyê da. Me îro jî di bernameya fînalê de nimêja xwe ya şikrê eda kir, xûşk û birayên xwe yên FIlistînî di duayên xwe de bîrva nekir.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno