Li Mûşê operasyona PKKê: 11 girtî

Ji 27 kesên ku li Mûşê di operasyona ku berî niha hatibû lidarxistin de hatibûn binçavkirin tev de 11 kes hatin girtin.

Hat ragihandin ji 27 kesên ku li Mûşê di operasyonên ku berî niha li Kop û Gimgimê  hatibûn lidarxistin de hatibûn binçavkirin tev de 11 kes hatin girtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Mûşê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin 11 kesên ku hatine girtin bi sûca kirina propagandaya PKKê hatine girtin û kesên din ên ku hatibûn binçavkirin jî hatine berdan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe