​Li Mûşê qezaya trafîkê: 2 mirî 4 birîndar

Li ser Rêbeja Mûş-Kopê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Mûş-Kopê otobuseke rêwîyan û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi palqeya 34 KSP 59 a ku ji Mûşê ber bi Melezgirtê ve diçû û wesayîta bi plaqeya 35 AC 2072 a ku ajokarê wê Mehmet Çelîk bû li meqîya Karakaleyê li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 kesên bi navê Mehmet Çelîk û Fîlîz Aykuş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan  û 4 kesên bi navê Tirkan Sabirli, Mehmet Sabirli, Baran Çelîk û Giyasettîn Sabirli jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin