Li Mûsilê 23 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li bendava Mûsilê 23 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li derdora bendava Mûsilê di şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de herî kêm 23 çekdar hatin kutşin û 6 çekdar jî dîl hatin girtin.
 

Berpirsekî hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, îro li derdora bendava Mûsilê şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û DAIŞê de derket.
 

Wî jêderî da zanîn, di wî şerî de 23 çekdar hatin kuştin, 6 çekdar dîl hatin girtin her wiha pêşmergeyek jî şehîd bû.
 

Li gorî agahiyên wî berpirsê pêşmerge, bendava Mûsilê bi temamî hatiye kontrolkirin lê guman tê kirin ku devera bi navê Behir Sinaî ya bendavê hatibe bombekirin.
 

Beriya niha jî berpirsekî Pêşmerge ji Rûdawê re gotibû, hêzên taybet ên Pêşmerge û artêşa Iraqê hewl didin ew TNT û teqemeniyên ku li derdora bendavê ji aliyê DAIŞê ve hatine bicîkirin, pûç bikin.

Rûdaw

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Kürdistan Bölgesi’nde Kor Mor gaz sahasına İHA saldırısı düzenlendi
KDP Başkanı Mesud Barzani ile Irak Başbakanı Sudani bir araya geldi
Irak ve Kürdistan Bölgesi seçimlerinin ilk sonuçları açıklandı
THY Süleymaniye seferlerine tekrar başladı
Güney Kürdistan'da bir dizi temaslarda bulundu