Li Myanmarê hezaz: 12 mirî, gelek winda hene

Li wîlayeta Kachina Myanmarê hezaz pêk hat, di encama hezaza ku pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî winda bûn û ji bo dîtina mirovên winda xebat berdewam dikin.

Hat îfadekirin ku hezaz li bajara Yangona wîlayeta Kachina Myanmarê di herêmekî mezin a ku madenvanî dihat kirin de pêk hat.

Li gorî diyarîyên ewil 12 kesan canê xwe ji dest dan, bi dehan mirov jî winda bûne.

Hat îfadekirin ku di hezazê de, nêzê 50 xanî zerarê dîtin.

Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê, ji bona ku bighêjin mirovên winda xebateke mezin li dar dixin, hat îfadekirin ku herêma hezazê herîyekî mezin heye û xebatên lêgerîn û xelaskirinê dike nav zehmetîyê.

Di çapemenîya mehellî de hat îfadekirin ku tê texmînkirin hejmarê mirovên winda di navbera 30-50 kesan de be. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno