Li navçeya Berwarî ya Sêrtê şewata pûş û palax: 60 dönüm qad zirar dît

Şewata pûşî ku li navçeya Berwarî ya Sêrtê derket, bi destwerdana tîm û welatiyan a ku nêzî 2 saetan dom kir hat vemirandin. Di şewatê de nêzî 60 dönüm qad zirar dît.

Li gundewarê gundê Karasungurê ya ser bi navçeya Berwariye ve, ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn şewata pûş û palax derket.

Piştî ku welatiyên ku ferq kirin şewat derketiye rewşê ji Navenda Banga Lezgîn a 112yê re ragihandin, tîmên Rêveberiya Karên Daristanê ya Sêrtê û tîmên agahvemirandinê yên Şaredariya Berwarî sevqî herêmê hatin kirin.

Bi bandora bayê re şewata ku di demeke kurt de belav bû re tîm û gundiyan bi hev re destwerdan kirin.

Piştî xebatên ku nêzî 2 saetan dom kirin, şewat hat girtin bin kontrolê û hat vemirandin.

Di şewatê de nêzî 60 dönüm qada pûşî zarar dît, tîman li herêmê li hemberî risqa ji nû ve geşbûna agir xebata sarkirinê kirin.

Ji bo diyarikirina sedema derketina şewatê lêkolîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne
Astengkirina nixumandinê hoveberî ye