Li navçeya Bismila Dîyarbekirê qezayek wek qetlîamê: 3 mirî, 6 birîndar

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê qezayeke zîncîrî pêk hat. Di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî giran birîndar bûn.

Qeza, doh di seatên êvarê de li nêzê Taxa Gezî Tepeya ser rêya Bismil-Êlihê pêk hat.

Hat îfadekirin wesayîta bi plaqeya 33 EBE 42 ya ku ji rêya dinê dihat, bi wesayîta bi plaqeya 33 ANT 210 re serî li serî li hev qelibîn. Dûre wesayîtekî dinê jî ji paşve li van herdu wesayîtan xist.

Ji cîhê bûyerê de gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Li gorî daxuyanîyên ewil a li cîhê bûyerê hat tespîtkirin ku A.Y. (50), S.D. (65) û S.D. (55) canê xwe ji dest dan.

Mirovên birîndar ên bi navê RF, SG, EY, İ.A, VA û pitikek jî bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. Hat destnîşankirin ku ji birîndaran rewşa SG, EY û RF giran in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar