Li navçeya Çêrmûka Diyarbekirê otobûsa şaredariyê û otomobîl li hev qewimîn: 3 birîndar

Li navçeya Çêrmûka Diyarbekirê, di qezaya ku otobûsa rêwiyan a Şaredariya Bajarê Mezin û otomobîlek li hev qewimîn de 3 kes sivik birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Çêrmûk û Erxeniyê li veqetiyana rêya gundê Asmaliyê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, otobûsa rêwiyan a Şaredariya Bajarê Mezin ku sefera navçeyê dikir û otomobîlek ji ber sedemeke ku hêj nehatiye diyarkirin li hev qewimîn. Bi bandora lêxistinê 3 kesên di wesayîtan de sivik birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê bûn.

Birîndar, piştî destwerdana yekemîn a tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê, bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê û hatin dermankirin.

Têkildarî qezayê lêkolîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne
Astengkirina nixumandinê hoveberî ye