Qeza, li ser rêya gundewarî ya taxa Êxlîya ya ku 36 kîlometre dûrî navenda navçeya Çinarê ye qewimî.
Li gorî agahiyan, wesayîteke sivik, ku piştî merasîma nişandanê diçû, piştî ku şofêr kontrola wesayîtê winda kir, ji rê derket û wergeriya.
Di qezayê de du kesan canê xwe ji dest dan û sê kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û ewlehîyê hatin sewqkirin.
Piştî dermankirina ewil a li cihê qezayê, mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin, di heman demê de hate hînbûn ku xizmekî kesên di wesayîta qezayê de li cihê bûyerê ji ber krîza dil miriye.
Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)