Li navçeya Egila Dîyarbekirê qeza: 1 mirî, 6 birîndar

Li navçeya Egila Dîyarbekirê tir, terektor û wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya zîncîrî de kesekî canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.

Tira bi plaqeya 63 ABF 650 ya ku di bin îdareya Serkan Oruç de bû, li alîyê Gundê Dereya navçeya Egila Dîyarbekirê bi terektora bi plaqeya 21 HC 249 ku di bin îdareya Abdurrahîm Laçîn de bû û bi wesayîta bi plaqeya 07 ASD 857 ku di bin îdareya Mehmet Selîm Polat de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de şofêrê terektorê Abdurrahîm Laçîn canê xwe ji dest da.

Şofêrê tirê Oruç û şofêrê wesayîtê Polat, xanîma wî Fatma û zarokên wî Yagmur, Zehra û Berat Polat jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno