Qeza, li ser rêya Erxenîyê, nêzîkî taxa Ahmetlîyê qewimî.
Wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hêna jî nehatiye diyarkirin, li motorsîkletê ku ji hêla S.K. ve dihat ajotin qelibî. Di encama qezayê de şofêrê motorsîkletê S.K. û rêwîyê wê M.C. (27) ji motorê pekîyan.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Ekîbên tenduristî yên ku cihê bûyerê lêkolîn kirin, tespît kirin ku M.C. canê xwe ji dest daye. S.K., şofêrê motorsîkletê ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbû, bi ambulansê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenê re hat rakirin û tê dermankirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)