Di navbera Zekî Şenol ê di navbera 55-60 salî de û Huseyîn Şenol ê di navbera 50-55 salî de ji zû de bû ku ji ber parvekirina erd û zeviyan nexweşî hebû.
Li gorî îddîayan, vê sibê dema ku Huseyîn Şenol bi hevjîna xwe re di wesayîta xwe diçû zeviyê, ji aliyê birayê xwe Zekî û kurên wî ve pusu lê çêkirin.
Hat zanîn ku gumanbar Zekî û kurên wî gule li wesayîta Huseyîn Şenol reşandine, di encamê de wesayît ji rê derketiye û ketiye şarampolê. Li gorî îddîayên din, piştre gumanbar Zekî nêzî wesayîtê bûye û ji nêz ve gulebaran kirina birayê xwe Huseyîn berdewam kiriye.
Di êrîşê de Huseyîn Şenol jiyana xwe ji dest da, hevjîna wî jî giran birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên jandarma û tendurustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Jina birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.
Gava ku jandarmayê li herêmê tevdîrên berfireh ên ewlekariyê girtin, ji bo girtina êrîşkarên ku reviyane jî xebat hat destpêkirin.