Qeza, di saetên êvarê de li gudê Korxa ya Licê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku hêj plaqeya wê nehat hînbûn, ji ber ku bi şekleke talûke şofêr wesayîtê ajotîye li tira ku ji alîyê berevajî dihat qelibî. Wesayît bi tesîra li hev qelibînê ji rê derket û ket nav erd.
Li ser xeberdayîna gundîyan ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de şofêrê tirê birîndar bû û bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Cenazeya du mirovên ku canê xwe ji dest dan jî ji bo bêne otopsîkirin ji morgê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)