Qeza, li derdora nîvro li Taxa Seyîdler a girêdayî navçeyê çêbû.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otomobîla ku navê ajokar û plakaya wê nehat fêrbûn, li H. A. ya ku hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs ji bo herêmê hatin veguhastin. H. A. ya birîndar, piştî midaxaleya yekem a tîmên tenduristiyê hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê û hildan bin tedawiyê.
Cenazeyê H. A. ya ku tevî hemû midaxaleyên li vir nehat rizgarkirin, ji bo karûbarên otopsiyê hat birin morga nexweşxaneyê.
Di bûyerê de ajokarê otomobîlê hat binçavkirin û li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.