Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket: 1 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de kesekî birîndar bû.

Şer, li Taxa Barişê pêk hat.

Li gorî agahîyan di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare bi gotinan nîqaş derket, nîqaşa ku derket di demeke kurt de ji şerê çekdarî re vegerîya.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê de ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama şerê çekdarî de E.G. yê 18 salî birîndar bû.

E.G. yê birîndar piştî midexeleya ekîbên tenduristîyê ji Nexweşxaneya Dewlet a Nisêbînê re hat rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê