Li navçeya Pasûra Amedê di vegera cenazeyê de qeza: 4 birîndar

Li navçeya Pasûra Amedê, otomobîla ku diçû cenazeyekê ji ber ku şofêr kontrola xwe winda kir, wergeriya şarampolê. Di qezayê de 4 kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li navçeya Pasûra Amedê, otomobîla ku kesên diçûn cenazeyê nasên xwe tê de bûn, wergeriya şarampolê; di qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Qeza, bi şev li ser rêya Amed û Pasûrê, li nêzî Taxa Özbekê pêk hat. Otomobîla ku navê şofêr û plakaya wê nehate hînkirin û kesên diçûn cenazeyê nasên xwe tê de bûn, ji kontrolê derket û wergeriya şarampolê. Di qezayê de M.Ç., A.Y., U.Ç. û S.Ç. yên di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, agirkuj (îtfaîye) û cenderme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar, piştî midaxeleya yekem, pêşî rakirin nexweşxaneyên navçeyê û piştre sewqî nexweşxaneyên li navenda bajêr kirin.

Hate hînkirin ku rewşa birîndaran baş e û derbarê qezayê de lêkolîn hate destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin