Li navçeya Qosera Mêrdînê agir bi 500 donim zeviyên genim ket

Li navçeya Qosera Mêrdînê, agir bi zeviyeke genim ket û bi qasî 500 donim erd şewitî.

Agir li zeviyeke genim li taxa Alakuşê ya gundewarî ya navçeyê derket.

Ji ber bayê agir zû belav bû.

Piştî xeberdayînê ekîbên îtfaîyeyê ji cihê bûyerê re hatin şandin.

Ji aliyê din ve, xelkê deverê jî bi traktorên xwe tevlî agirkujiyê bûn da ku agir vemirînin.

Şewat piştî têkoşîneke dûr û dirêj hate vemirandin, bi qasî 500 donim zeviyên daristanan şewitî.

Ji bo diyarkirina sedema şewatê, ekîban lêpirsîn dane destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne
Astengkirina nixumandinê hoveberî ye