Li navçeya Qosera Mêrdînê di navbera du koman de pevçûna çekdarî: 1 mirî 3 birîndar

Di şerê çekdarî de ku tê îddîakirin li navçeya Qosera Mêrdînê ji ber deynan di navbera du koman de derketiye, M.A.S. (32) canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Bûyer, îro dana nîvroyê li Kolana 115emîn a Taxa Ersoylu ya navçeyê qewimî.

Tê îddîakirin ku di navbera du koman de ji ber deynan nîqaşek derketiye. Di demek kurt de nîqaş veguheriye şerê çekdarî. Di şer de Ş.Ç. (53), MAS (30), H.Ç. (42) û M.A.S. (32) birîndar bûne. Piştî xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polêsan hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji teref piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku MA.S. digel temamî midexeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da

Hat ragihandin ku cenazeyê M.A.S. ji bo otopsiyê ji morga nexweşxaneyê re hat birin. Di heman demê de, hate hînbûn ku rewşa H.Ç. jî giran e.

Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne