Li navçeya Qosera Mêrdînê di parqê de êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin

Li navçeya Qosera Mêrdînê di nav parqekî de D.K.yê 48 salî dûçarê êrîşa çekdarî bû, di encamê de canê xwe ji dest da.

Bûyer, doh êvarê li Parqa TOKÎ ya Taxa Yenîkentê qewimî.

Hat îfadekirin ku D.K. (48) ji teref mirovê ku nasnameya wî hêj nehat hînbûn ve dûçarê êrîşeke çekdarî hat, di encama bûyerê de D.K. bi giranî birîndar bû û mirovê şikdar jî ji cîhê bûyerê revîya.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê jî dema ku hatin cîhê bûyerê D.K.yê birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Hat destnîşankirin ku D.K. linexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Ji bona ku êrîşdarê şikdar were qefaltin xebat û tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne