Li navçeya Qosera Mêrdînê, şerê bi çek ê ku tê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû, 14 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Qosera Mêrdînê, girêdayî şerê bi çek ê ku di navbera du koman de derketibû û tê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû, 14 gumanbar hatin binçavkirin.

Bûyer li taxa Ersoylu ya ser bi navçeyê ve pêk hat.

Li gora agahiyên ku hatine bi dest xistin, nîqaşa ku di navbera du koman de ji ber deyn (borç) dest pê kiribû, di demeke kurt de veguherî şerê bi çek. Di şer de Ş.Ç. (53), H.Ç. (42), M.A.S. (30) û M.A.S. (32) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurustiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî destwerdana yekem a tîmên tendurustiyê, birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr û hatin girtin bin tedawiyê.

Ji birîndaran M.A.S, tevî hemû destwerdanan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Di xebata berfireh a ku piştî bûyerê hat destpêkirin de, 14 gumanbarên ku hat nirxandin tevlî şer bûne hatin binçavkirin.

Lêpirsîna der barê bûyerê de berdewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 kesî birindar biyî
Li Sêrtê bavê 4 zarokan ku li binê tehtê de ma, jiyana xwe ji dest da
3 kes ku 2 ji wan zarok in birîndar bûn
Karwanê Umûdê ya Rihayê di meha tîrmehê de gihîşt bi sedan malbatên hewcedar
Ji Walîtîya Batmanê derbarê êrîşa ku 3 kes tê de hatin kuştin daxuyanî