Li navçeya Qosera Mêrdînê qezaya eskalatorê: Tiliya zarokekî qut bû

Li navçeya Qosera Mêrdînê, destê zarokekî 3 salî ji ber ku di eskalatorekê de asê ma, tiliya wî qut bû.

T.B. ku bi dê û bavê xwe re hatibû navenda kirînê, destê wî di mekanîzmaya eskalatorê de asê mabû. Di bûyerê de tiliya biçûk a destê rastê yê zarok hatibû birîn. Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û cendermeyan hatin şandin. Piştî dermankirina destpêkê, zarok birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û dû re jî birin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle ya Diyarbakirê. Malbata wî giliyê sûc kir û diyar kir ku rêveberiya navenda kirînê îhmal kiriye.

Dîmenên kameraya ewlehiyê nîşan didin ku zarok ji derenceyan direve, bavê wî destwerdanê dike û li tiliya winda digerin. Dayika zarok Melek Bay, got ku tevî du emeliyatan jî, tiliya wî nehatiye rizgarkirin û rewş hîn jî ne diyar e.

Rêveberiya navenda kirînê di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir ku eskalator bi rêkûpêk têne lênêrîn û hemî pêdiviyên teknîkî bi tevahî hatine bicîhanîn. Rêveberiyê diyar kir ku bûyer dema ku zarok bêyî kontrola malbata xwe ji derenceyan daketiye û ber bi wan ve çûye qewimîye, îddîayên îhmalkariyê red kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ewlehiya mêvanên me pêşîniya me ya sereke ye. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin, berpirsiyariya xwe ya mirovî û exlaqî li hember vê bûyera nexweş bi cih tînin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin