Li navçeya Qoserê otomobîl ket şerempolê: 1 mirî, 3 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê di encama qezaya ku pêk hat de 1 kes jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza li Taxa Yenîkentê ya navçeyê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin maşîna bi plaqeya 34 DYR 447 ji kontrolê derket û xwe gêr bû şerempolê.

Di qezayê de; R. K. (35), A. Y. (38), S. Ç. (30) û D.Y. (29) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar piştî alîkariya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Ji birîndaran R. K. jî rewşa wî giran bû û ligel hemû mudaxeleyan jî jîyana xwe ji dest da.

Cenaze ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarên din baş e, der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin