Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di navbera du koman de şerê çekdarî: Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, di şerê çekdarî yê ku di navbera du koman de derket de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Muhammed A. (20) jiyana xwe ji dest da, S.A. (29) û R.A. (26) jî birîndar bûn.

Şer, şeva borî di saetên dereng de li taxa Mezopotamyayê ya navçeyê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di navbera koma ku ji dawetê derketibûn û diçûn mala xwe û kesên bi kamyonetekê di rê de derbas dibûn de bi sedemeke ku hê nehatiye zanîn nîqaş derket.

Nîqaşa ku di demeke kurt de mezin bû, veguherî şerê çekdarî. Di şer de M.A. (20), S.A. (29) û R.A. (26) bi fîşekan birîndar bûn.

Gava kesên di kamyonetê de ji cihê bûyerê reviyan, li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî herêmê hatin kirin.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku M.A. jiyana xwe ji dest daye.

Ji birîndaran R.A. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û S.A. jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê; hat ragihandin ku rîska jiyanî ya birîndaran nîn e.

Polîsan ji bo girtina gumanbarên ku reviyane dest bi xebatan kir.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin