Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê bernameya Mewlûda Nebî hat lidarxistin

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, ji teref şaxa navçeya Evîndarên Pêxember ve çalakiyek bi minasebeta Mewlûda Nebî hate lidarxistin.

Piştî bernameya Mewlûda Nebî ya ku dawiya hefteya borî li Parqa Newrozê hate lidarxistin, ji aliyê nûnertiya taxa Evîndarên Pêxember ve li navçeya Rezanê çalakiyek hate lidarxistin.

Bernameya ku li parkeke taxa 5 Nîsan a navçeya navendî ya Rezanê hate lidarxistin, bi xwendina Qur'ana Pîroz a ji hêla Omer Canpolat ve dest pê kir.

Piştî xwendina Qurana Pîroz Mewlûda Şerîf hate xwendin û ji teref hûnermendên nûnertîya taxê ve îlahî û qesîde hatin xwendin.

Derheqê ehemmîyeta rojê de Abdullah Tekir axavtinek kir û derheqê Hezretî Muhammed de çend gotinan got.

Bernameya ku bi gelek hezkirîyên Hezretî Muhammed ve hat tertîpkirin bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin