Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê wesayît gêrê şerempolê bû: 1 mirî, 3 birîndar

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê wesayîtek gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser Ceddeya Merwanî ya Taxa Alî Pinara navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî îddîayan, wesayîtekî bi plaqeya 06 DBB 279 ya ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, ji bin kontrola şofêr derket û gêrê şerempolê bû û qelibî, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polê sû îtfaîye hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên bajêr re hatin rakirin.

Het destnîşankirin ku ji mirovan yek li nexweşxaneya digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Cenazeya mirovê ku canê xwe ji dest daye, ji bona ku otopsî bê kirin ji morgê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar