Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê wesayîtek ji pişt ve li qamyonekê qelibî, di encamê de kesek mir û du kes birîndar bûn.

Qeza, di saetên sibehê de li ser rêya Mêrdîn-Dîyarbekirê ya navçeya Şemrexê, di navbera taxên Aksu û Işikyaka de qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 73 ABU 026 ku ji teref S.P. (35) ve dihat ajotin, ji pişt ve li qamyona bi plaqeya 47 AC 561 qelibî.

Bi lêdana wesayîtê, li rêya navîn qelibî û sekinî.

Di qezayê de Nufel Karaalp (30) ê ku di wesayîtê de bû canê xwe ji dest da, şofêr û keçika bi navê B.P. (16) birîndar bûn.

Piştî xeberdayînê, ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Piştî alîkariya yekem ji teref ekîbên tenduristîyê ve, mirovên birîndar bi ambulansan ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê re hatin rakirin û cenazeya Nufel Karaalp jî ji morgê re hat rakirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin