Li navçeya Sêweregê ya Rihayê di qezaya trafîkê de di encama ketina otomobîla ku ji kontrolê derket bo ser bankêtê de 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li ser rêya Riha û Sêwerekê ya li cihê Taxa Karakoyunê, otomobîla bi plakaya 01 AFM 898 a di bin kontrola S.K.İ. (27) de ku ber bi aliyê Sêwerekê ve diçû, di encama windakirina kontrola dîrenksiyonê ya ajokar de ket bankêta li aliyê rastê yê rê.
Di qezayê de ajokar S.K.İ. û kesên di wesayîtê de bûn F.A. (25), İ.A. (2) û M.B. (43) birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polisan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî müdaxeleya yekem a tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê, birîndar bi ambûlansan hatin veguhastin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwerekê û hatin tedawîkirin. Hat hînbûn ku xetereya jiyanî ya birîndaran tune ye û di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.