Qeza, li dora saet 4:00ê piştî nîvro li ser rêyeke alternatîf a navçeya Wêranşehir a Rihayê qewimî.
Ji ber hêza lêdanê wesayîtê di bin qamyonê de asê ma û her sê kesên di nav de li cihê bûyerê mirin.
Piştî ku welatiyên ku şahidên qezayê bûn, agahî dan, ji herêmê re ekîbên tenduristî, ewlehî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Ekîbên polêsan li cihê qezayê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin, û piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenazeyên sê kesên ku canê xwe ji dest dan birin morgê.
Ji bo diyarkirina sedema qezayê tehqîqatek berfireh hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)