Li navenda Meletîyê di navbera neyaran de şer derket: 1 mirî, 2 birîndar

Li navenda Meletîyê di navbera xizmên ku di nav wan de neyartî hebû de bi çek û kêran şer derket, di encama şer de mirovek canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li Goristana Bajar a li Taxa Hoca Ahmet Yesevî ya navçeya Yeşîlyurdê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du malbatên ku xizmên hev in û ji berê ve di nav wan de neyartî hebûye de nîqaş derket, nîqaşa ku derket di demek kurt de bi derxistina çek û kêran şer re vegerîya.

Di encama şerê çekdarî û kêrê de S.U. (29), M.U. û A.U. hevdu birîndar kirin.

Mirovên birîndar, bi alîkarîya mirovên derdorê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku ji birîndaran S.U. rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar