Li Nepalê qedexeya derketina derve hat îlankirin

Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Xwepêşandarên ku li Katmanduya paytext hatin cem hev, ji bona ku monarşîya di sala 2008an de hatibû feshkirin ji nû ve were îlankirin xwepêşandanên protestoyê kirin.

Dema ku xwepêşandaran xwestin ku barîkata polêsan derbas bikin û biçin avahîya Parlamentoyê pevçûn derket.

Di pevçûnan de xwepêşandaran bi kevinan êrîşî polêsan kirin, polês jî bi îsota tuj, av û jopan midexele kirin. Di van bûyeran de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 3 jê polês 17 kes jî birîndar bûn, 3 xwepêşandar jî hatin binçavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku xwepêşandaran ji milkên taybet, nexweşxane, ofîsa partîyekî sîyasî, wesayît, sazîyekî çapemenîyê û navendekî danûstadinê re zerarê dane.

Rayedaran diyar kirin ku ji bona ku protesto zêde nebin li herêmê derketina qedexe ya derve hatîye îlankirin.

Nepal, ji sala 1990an ve bi monarşîyê dihat îdarekirin, li welat di sala 2007an de ji teref Meclîsa Damezrîner ve makeqanûnekî demborî hatibû qebûlkirin û di Gulana 2008an de monarjî hatibû feshkirin.

Bi tevî vê guhertinê, navê welat jî wek Komarîya Demokratîk a Federala Nepalê hat guhertin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar