Li Nîjerê êrîş li mizgeftê hat kirin: 71 kes hatin qetilkirin

Li herêma Tîllaberîya Nîjera ku welatê Efrîqaya Rojhilat e, li dijî cemaeta ku piştî nimêjê di hewşa mizgeftê de kom bûbûn êrîş hat lidarxistin, di encamê de 71 kes hatin qetilkirin.

Êrîş, li gundê Mandaya girêdayê wîlayeta Tîllaberîyê pêk hat. Mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn, sîvîlên ku piştî nimêjê li hewşa camîyên bûn hedef girtin. Di êrîşan de 71 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Ev êrîşa ku hat lidarxistin di nav mehên dawîn de êrîşa hatî mezin a duyemîn e. Di meha Adarê de jî li gundê Fambîtayê piştî nimêja Înê li dijî camîyê êrîş hatibû lidarxistin, di encamê de 44 kesan canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin