Li Nîjeryayê di tenkêra sotemenîyê de teqîn: 30 mirî

Li Nîjeryayê di tankêreke sotemenîyê de teqînek pêk hat, di encamê de herî kêm 30 kesan canêx we ji dest dan.

Çapemenîya mehellî, îfade kirin ku bûyer li Nîjeryaya Rojavayê pêk hatîye, di encama teqînê de 30 kesan canê xwe ji dest dane û 40 kes jî ji cîhên cuda birîndar bûne.

Hat îfadekirin ku li gorî diyarîyên ewil li ser rêya Agae-Bîda ya Wîlayeta Nîjerê tankêrekî sotemenî tevlî qezayekî bû. Gelê herêmê jî piştî qezayê di nav tankêrê de dest bi dizîyê kirîye û sotemenîya nav tankêrê jî bi pompayê derxistîye. Di wê demê de jî teqîn pêk hatîye û sotemenî şewitîye.

Serokê Yekîtîya Şofêrên Tankêrên Xaz û Nefta Nîjerê Faruk Muhammed Kawo bûyerê rast kir. Kawo diyar kir ku ji serê mehê vir ve 30 bûyerên wek vêya pêk hatine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno