Li Nîjeryayê êrîş li camîyê hat kirin: 13 kes hatin qetilkirin

Li wîlayeta Katsinaya Nîjeryayê li dijî camîyekî êrîşa çekdarî hat lidarxistin, di encamê de 13 kes hatin qetilkirin.

Komîserê Karên Hindir û Ewlehîya Navîn a Wîlayeta Katsinayê Nasir Muazu, daxuyand ku endamên çeteyên çekdar, li ser mirovên ku li herêma Mantauya wîlayetê ji bona nimêja serê sibehê diçûn camîyê gule reşandin.

Muazu, destnîşan kir ku di êrîşê de 13 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku ji herêmê re ekîbên îlawe jî hatin şandin, û derheqê bûyerê de tehqîqat hatîye destpêkirin.

Hêzê Hewa yê Nîjeryayê, doh li herêma Danmusaya girêdayê Katsinayê li dijî endamên çeteyên çekdar operasyoneke hewayî li dar xistibû.

Hatibû diyarkirin ku piştî operasyonê, 62 êsîrên ku di destê çeteyê de bûn, ji ber ku endamên wî ji ber operasyonê revîyane, ji xwe re rê dîtine û xwe xelas kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin