Li Nîjeryayê facîya şewata medreseyê: 17 wefatî

Li Nîjeryayê di şewata ku medreseyê derket de 17 xwendekaran canên xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.

Li qesebeya Kaûran Namoda ya girêdayiyê Li wilayeta Zamfaraya Nîjeryaya li rojavayê Efrîqayê cih digre di medreseya Makaranta Mallam Ghaliyê de şewat derket.

Di dîmenên bi dronê hat kişandin de hat xuyakirin bana medreseyê di nav pêtên agir de dişewite.

Ji herêma şewatê re ekîbên sihet, îtfaîye û lêgerîn û xelaskirinê hat sewqkirin.

Di şewatê de li gor malûmatên ewil di nav pêtên agir de 17 xwendekarên mahsûr mabûn canên xwe ji dest dan û 16 xwendekar jî birîndar bûne.

Rayedaran eşkere kir ku xwendekarên canên xwe ji dest danin emrê wan di navbera 7 û 17an de ye.

Hat ragihandin ku şewat ji teref kesekî nasnameya wî nayê zanîn ve bi xeletî hatiye derxistin.

Polîsan derbarê buyerê de lêpirsînek berfireh da despê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin