Li Nîjeryayê lehîyek tund: 150 mirî, bi hezaran mirov ji cîhê xwe bûn

Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.

Li bajara Mokwaya wîlayeta Nîjera rojhilata Nîjeryayê baranek dijwar barîya, barana ku barîya bû sedema lehîyê. Rayedaran daxuyand ku di lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Ajansa Bireveberîya Rewşa Acîl a Wîlayetê İbrahim Audu Husseini derheqê rewşê de agahîyan da, Îbrahîm îfade kir ku ji 3 hezaran zêdetir mirov bê mal man, 265 xanî bi temamî hilweşîyan.

Ji bo mirovên ku winda bûne bêne dîtin xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin, ji ber zêdebûna hejmarê mirîyan jî endîşe tê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê