Li Nîjeryayê tir ket nav mirovên ku nimêja Înê dikirin: 14 mirî

Li wîlayeta Kanoya Nîjeryayê, di encama ku tir ket nav mirovên ku nimêja înê dikirin de li gorî diyarîyên ewil 14 kesan canê xwe ji dest dane.

Bûyer, li ser rêya Zarîa-Kanoya ku li herêm bireveberîya Mehellî ya Kurayê pêk hat.

Tira ku ji rê derket, li peyayên ku nimêja Înê dikirin qelibî.

Di encama qezayê de 14 kesan wefat kirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Bûyer, ji teref Fermandarê Sektora Kanoyê ya Yekîneya Ewlehîya Rêya Federalê Îbrahîm Abdullahî ve hat rastkirin.

Fermandarîya Wîlayeta Kanoya FRSCyê, daxuyand ku piştî bûyerê ji herêmê re ekîbên xelaskirin û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat daxuyandin ji bona ku sedema qezayê bê eşkerekirin tehqîqat berdewam dike.

Fermandar Abdullahî, ji malbatên mirovên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane re sersaxîya xwe şîyand. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno