Li Nisêbînê ciwanê ku di êrîşa çekdarî de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Li Nisêbîna Mêrdînê, ciwanê ku di encama êrîşeke çekdarî de giran birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Bûyer, li dora saet 16.00an li navçeya Nisêbînê, li ser rêya Sîteya Şehrî Met a li Taxa 8ê Adarê pêk hat.

Li gorî îddiayê, Sergen Çali yê 24 salî, di dema ku ji otomobîlê peya dibû, rastî êrîşa çekdarî ya kes an jî kesên nasnameya wan nehatine diyarkirin hat. Di encama gulebarandinê de Çalî bi giranî birîndar bû û di nava xwînê de ma, gumanbar jî ji cihê bûyerê reviyan.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ciwanê birîndar, piştî mudaxeleya ewil a tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Çalî yê ku hatibû dermankirin, tevî hemû mudaxaleyên doktoran nehat rizgarkirin.

Cenazeyê Çalî, piştî otopsiya ewil a li nexweşxaneyê, ji bo karûbarên otopsiyê yên berfireh sewqî morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hat kirin.

Tîmên polîsan ji bo girtina gumanbar an jî gumanbarên ku reviyane xebat dan destpêkirin û lêpirsîna têkildarî bûyerê berdewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî