Li Nisêbînê du wesayît li hev qelibîn: 1 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li ser rêya Hevrîşimê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî birîndar bû.

Qeza, doh di seat derdora 22.00yan de li çarrêya nexweşxaneyê pêk hat.

Li gorî agahîyan du wesayîtên ku nasnameyên şofêrê wan û plaqeyên wan nehatin hînbûn li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovê birîndar, bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Dewleta Nisêbînê re hat rakirin.

Hat îfadekirin ku herdu wesayît jî bûn wek xwelîyê û bi wesayîta kaşkaşokê ji herêmê hatin birin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin