Qeza, bi şev di derdora saet 00.00an de li Taxa Selaheddîn Eyûbî, li Kolana Akasyayê ya navçeyê pêk hat.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, otomobîla bi plakaya 24 M 72383 ku navê şofêrê wê nehat hînkirin, ji ber windakirina kontrola dîreksiyonê li 3 jinên ku di kolanê de dimeşiyan xist.
Li ser agahdarkirina derdorê, tîmên tenduristiyê, agahkuj (îtfaîye) û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî midaxeleya yekem a tîmên tenduristiyê, birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.