Qeza, li navçeya Nisêbînê li ser Rêya Hevrîşimê ya navneteweyî, li nêzîkî Çerxeya Otogarê pêk hat.
Tir bi plaqeya 33 APZ 078 ê ku nasnameya şofêrê wî hêj nehatiye hînkirin, li S. B. a ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe xist.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê bûn.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku S. B. li cihê bûyerê jiyana xwe winda kiriye.
Piştî xebatên dozgerê komarê û tîmên lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê S. B. ji bo karûbarên otopsiyê hat rakirin morgên Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Şofêrê tixurê ku tevlî qezayê bibû hat desteserkirin (girtin) û têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.
Kêliya qezayê ya ku S. B. tê de jiyana xwe winda kir, ji aliyê kameraya ewlehiyê ya kargeheke li dorûberê ve hat tomarkirin.
Di dîmenan de hat dîtin ku di wê kêliyê de ku S. B. dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, bi lêxistina tir re ber bi kêleka rê ve firiya.